Partîya Nû, ku di bin seroktîya Ozgur Ozel de hatiye damezrandin, di çarçoveya xebatên xwe yên rêxistinbûnê de amadekarîyê dike ku şandeyên taybet bişîne 21 bajarên Kurdan yên li Tirkîyê.
"Partiya Nû ji alîyê gel ve hat damezrandin. Ji hemû 81 parêzgehên Tirkîyê, bi taybet ji bajarên rojhilat, jibo partîya me eleqeyek mezin heye," wî got.
Cîgirê Serokê Partîya Nû Ensar Aytekîn di hevpeyvîneke bi malpera nûçeyan ya Nefes de ragihand ku partîya wî girîngiyeke taybet dide rêxistinîya 21 bajarên ku piranîya dengderên wan Kurd in.
Ensar Aytekîn dîyar kir ku hefteya bê ewê ji parlamenter û endamên revebirîya partîyê şandeyên sê-çar kesî werin ava kirin da ku li wan 21 bajaran xebatên nasandayîna Partîya Nû û hevdem li ser rêkên rexistinî yên partîyê nêrîn û rêkan hevdîtin û civînan bikin.
Aytekîn rave kir ku van şandeyan wê li herêmê bi welatîyan, siyasetvanên herêmî û nûnerên beşên cuda yên civakê re hevdîtinên rûbirû pêk bînin.
“Ewê bigihîjin hemû beşên civakê û bi gel re têkilîyê ava bikin,” wî got.
Wî herwiha da zanîn ku şande wê piştî hevdîtinan raporan amade bikin û encamên van raporan wê di avakirina rêxistinên bajar û navçeyan de werin kar anîn.
Parlementer Aytekîn destnîşan kir ku li wan 21 bajaran jibo Partîya Nû heye daxwazek mezin heye û jiber vê yekê wê xebatên rêxistinbûnê li wir demeke dirêjtir bidome. Lê wî eşkere nekir ku ka ev daxwaz û eleqe bi taybet çi kîjan alîyê civakê te, gelo ji dengderan, siyasetvanên herêmî yan rêvebirên şaredarîyan yan na.
Aytekîn herwiha got ku piştî bidawîbûna avakirina rêxistinên bajar û navçeyan, Partîya Nû wê kongreya xwe ya yekê li dar bixe ku li tê texmîn kirin wê di meha Cotmehê de were dar xistin.
Ji ber vê yekê, eEv xebata taybet ya li 21 bajaran, pêkan e ku jibo Partîya Nû bibe ceribandineke girîng, gelo wê ji dengderên Kurd piştgirîyek berbiçav û berfireh bi dest bixe yan na, li gor şîrovekaran.
Serdanên herêmê wê hevdem nîşan bidin ka Partîya Nû dikare hêza xwe ya li parlamentoyê û şaredarîyên li rojavayê Tirkîyê veguherîne piştgiriyeke berfireh ya gel, bi taybet jî di nav dengderên Kurd de.
Hejayê bi bîr xistinê ye ku li hem li heremên Kurdan û hem jî lî bajarên din yên mezin Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partî) xwedî bingeheke bihêz ya siyasî û rêxistinî ye.
Helwesta Partîya Nû ya ser pêvajoya aştiyê û qanûna çarçoveyî ya tê çaverê kirin jî dikare bandorê li piştgirîya wê ya li herêmê bike, li gor şîrovakarên siyasî.
Partîya Nû heya niha li ser bajarên ku wê şande biçin û kes yan rêxistinên ku wê hevdîtin werin hîn agahîyên berfirehtir dîyar nekirîye.