Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Ev Hefteyek E ku Ava Afrînê Hatiye Birîn


Bajarvanîya Efrînê bi tankeran avê dide rûniştvanan
Bajarvanîya Efrînê bi tankeran avê dide rûniştvanan

Neteyên Yekbûyî îro Çarşemê ragihand ku çavkanîyên avê li bajarê Efrînê, hefyeke e ku hatiye birîn.

“Piştî ku Bendava Meydankê kete destê hêzên ser bi Tirkîyê, avê bajêr hate qût kirin,” Ofîsa Karên Mirovahî ya Neteyên Yekbûyî (OHCA) ragihand.

Di demên dawî de bi hezaran kes, jiber şerê berdewam, cîh û warên xwe terkandin û xwe sipartin navenda bajarê Efrînê û deverên bin kontrola hikûmeta Sûrî.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihandibû ku av û elektrîk li Efrînê tuneye, piştî ku hêzên Tirk kargehên çêkirina elektrîkê li Bendava Maydankê daxistine.

SOHR bal kişandibû ku bi bomberana ji firokan û êrîşên bejeyî û jiber pevçûnên tund yên li ser erdê, rewşa trajîk ya mirovahî hîn xirabtir dibe.

XS
SM
MD
LG