Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Ser Rewşa Xeter ya Sîvîlan li Efrînê Hişyarî Dide


Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) îro li ser rewşa mirovahî ya Efrînê daxuyanîyek da.

“Em derheqa raportên li ser mirin û birîndarbûna sîvîlan li Efrînê, ji alîyê êrîşên esmanî û yên bejeyî yên Tirkîyê ve, gelek bi fikarin, Berdevka OHCHR Ravina Shamdasani ragihand.

Wî bi berdewamî got ku li Efrînê, kesên ku ji deverên ketine bin kontrola hêzên Tirkan hatine jî di nav de, bi sed hezaran sîvîl di bin xeterî de ne.

Shamdasani da zanîn ku bi xirabtirbûna rewşa mirovahî li Efrînê, barê ser yekane nexweşxaneya bajêr ya ji alîyê alavên tibî ve rêkûpek e, girantir dibe.

Wê dîyar kir ku sîvîl ji kuştinê heya birîndarkirin û karanîna wek mertalan bi gelek gefan re rû bi rû mane.

"Jiber ku jêderên avê yên Efrînê ji alîyê hêzên Tirk ve têne kontrol kirin, li bajêr kêşeya avê çêbûye," Shamdasani got.

Shamdasani bang li alîyên cengê kir ku bo derketina sîvîlên Efrînê tedbîran bigirin.

XS
SM
MD
LG