Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Gulebaranekê de li Ohio 9 Kes Têne Kuştin


Polîsê bajarê Dayton ê wîlayeta Ohio dibêje çekdarekî 9 kes kuştin û bi dehan kes birîndar kirin.

Polîs îro Yekşemê got:

"Me efser li nêzîkî cihê gulebaranê hebûn û wan yekser bersiv da û gulebaran bidawî anî.”

Polîs dibêje çekdarê ku navê wî nehate diyarkirin hate kuştin.

Ajansa Associated Press ji ser zimanê şaredarê bajêr ragihand ku gotibû wî êleka xwe ya çekan li xwe kiribû û mexzeneke zêde ji bo çekên wî pî re bû.

Polîs got FBI alîkariyê di vê dozê de dike.

Ev gulebaran bû piştî çend demjimêran ji gulebareneke din roja Şemiyê li wîlayeta Texasê ku di encamê de 20 kes hatin kuştin û 26 kes brîndar bûn. Yekşema borî jî li wîlayeta California çekdarekî 3 kes di rûdaneke gulebaranê de kuştin.

XS
SM
MD
LG