Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nirxê Petrolê ligel Nîşanên Danûstandinên Amerîka û Îranê Dadikeve

Nirxê petrolê îro Çarşemê daket kêmî 100 dolaran bo her bermîlekê û bazarên darayî jî bilind bûn, li vê dema hebûna egerên danûstandinan di navbera Amerîka û Îranê de ji bo bidawîkirina şer.

Ev di demekî tê ku êrîşên Amerîka û Îsraîlê li ser rejîma Îranê berdewam dikin û li heman demê ku êrîşên mûşekî yên Tehranê li seranserê herêmê didomin.

Amerîka rijd e ku Tehran navendên xwe yên navokî yên serekî ji holê rake û Tengava Hormuzê ya stratejîk bi tevahî veke.

Bersiva bazaran hember pêşhat û nîşanên pêşketina danûstandinan erênî bûn ku dibe krîza enerjîyê çareser bike.

Nirxên borsayê bilind bûn û nirxê petrola xav a Brent di bazarên cîhanê de daket 94 dolaran bo her bermîlekê.

Brent a navneteweyî ya bi nîşana gerdûnî daketin dora 94 dolaran serê bermîlekê. Herwiha gaza xwezayî ya Ewrupa bi rêjey 8% daket. Petrola Texas jî bi rêjeya 5% daket ku bihayê her birmîleke petrolê gehîşte nêzîkî 78 dolaran.

Ji alîyekî din ve, navincîya borsa Dow Jones bi 406 xalan bilind bû ku dike 0.8%, û nirxên zêr jî zêde bûn, piştî daketinên berçav a çend rojên borî.

Ji dema ku operasyonên leşkerî ya Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê di 28'ê Sibatê de destpê kirine, êrîşên Îranê yên li ser keştîyan rîya deryayî li Tengava Hormuzê û Kendavê asteng kirine.

Ewrupa û Asya bi giranî girêdayî petrola ji Tengava Hormuzê ne. Dora %20 ji hinartina petrola cîhanê û keştîyên bazirganîya cîhanî di wir re derbas dibe.

XS
SM
MD
LG