Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Dema ku Şer Didome, Nirxên Petrolê Dîsa Bilind Dibin û Bazarên Darayî Dadikevin

Nirxên petrolê dîsa bilind bûn û bazarên darayî yên navnetewî daketin xwarê, li vê dema ku operasyona hevbeş a Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê zêde dibe.

Tevî ragihandina Serok Donald Trump ya ragirtina êrîşên li ser binesazîya enejîyê ya Îranê, weberhêner hîn jî bi fikar in.

Serok Trump derengî Pêncşemê ragihand ku ewê ragirtina êrîşên ser kerta enerjîyê ya Îranê bo 10 rojên din, heta 6’ê Nîsanê, dirêj bike da ku gotûbêj berdewam bidin. Trump berî wê îro Înê wekî dema dawaî bo Îranê destnîşan kiribû.

Nirxên petrolê îro Înê bilindbûna xwe berdewam kirin, li vê dema ku nirxên petrola Brent a navnetewî ya xav 2% zêde bû û buhayê yek bermîlê gihîşt 110 dolaran. Nirxên petrola West Texas jî bi rêjeya 2% bilind bû û buhayê yek bermîlê êdî bû 96 dolar.

Li alîyê borsayê, nîşandeka S&P 500 bi rêjeya 0.5% daket, bi heman rêjeya nîşandeka Nasdaq Composite. Li alîyê din rêjeya Dow Jones bi 316 xalan daket.

Wezîrê Karûbarên Derve yê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman bin Casim Al Thanî do Pêncşemê li Washington ligel Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance û Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent kom bû.

Li gor karbidestên Qeterî, di civînê de piştrastkirina hebûna berdewam ya enerjîyê û parastina derketina gaza xwezayî ya Qeterê bo bazarên cîhanî hatin gotûbêjkirin.

XS
SM
MD
LG