Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ligel Nêzîkbûna Dema Hişyarîya Trump bo Îranê, Bazarên Cîhanî Dihejin

Bazarên darayî yên navntewî roja Sêşemê dadikevin û buhayên petrolê yên cîhanî bilind dibin ji ber ku dema dawî ya hişyarîya serok Donald Trump bo gihîştina rêkeftineke agirbestê bi Îranê re nêzîk dibe.

Buhayên peymanên siberojê yên petrola xav a West Texas Intermediate ya Amerîkî ji ber êrîşên berdewam ên Amerîkî li ser armancên leşkerî yên Îranê, ji 2% zêdetir, bêhtirî 115 dolar bo bermîlekê zêde bûn. Buhayên petrola xav a navneteweyî 1% zêde bûn û ji 111 dolar bo bermîlekê zêdetir bûn.

Di borsayê de, Dow Jones 0,3% yan 154 xalan daket, peymanên siberojê yên S&P bi rêjeya 0,4% kêm bûn. Di heman demê de 100 girêbestên siberojê yên Nasdaq bi rêjeya 0,6% kêm bûn.

Şer niha di hefteya xwe ya şeşemîn de ye û weberhêneran bi piranî rêbazeke pir aram parastine, tevî hin geşedanên girîng di şer de. Niha, dema dawî ya Serok Trump a roja Sêşemê demjimêr 8'ê êvarê ji bo Tehran nêzîk dibe ji bo vekirina Tengava Hormuzê da ku rastî êrîşên wêranker ên li ser navendên enerjîyê û binesazîya xwe neyê.

Serok Trump roja Sêşemê di posteke Truth Social de got, "Şaristanîyeke tevahî dê îşev ji nav biçe û careke din neyê vegerandin. Ez naxwazim ev yek biqewime, lê dibe ku ew bibe. Lê belê, niha ku rejîm bi tevahî hatiye guhertin, ku kesên cuda, jîtir û kêmtir radîkal serdest in, belkê tiştekî şoreşgerî yê xweş çê bibe, kî dizane."

Tengav ji bo 20% petrolê ya cîhanî xaleke girîng e. Herwiha bi qasî 84% petrola xav û 83% gaza xwezayî ya şil di tengavê re derbas dibe û ber bi bazarên Asyayê ve diçin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG