Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Oklahoma Greva Mamosteyan Didome, Bi Hezaran Zarok Naçin Xwendingehan


Li eyaleta Oklahoma ya Amerîka, di roja heftan ya ser hev de bi dehan xwendingeh girtî ne, piştî ku sendîkaya herî mezin ya eyaletê, bo daxwaza pirtir diravan jibo perwerdê, biryara grevê dabû.

Li seranser Oklahoma gelek ders hatine betal kirin û bi hezaran mamoste naçin xwendingehan. Perwerdekaran roja Duşemê ber bi paytaxta Oklahoma meşîyan û daxwaza pirtir piştgirîya diravî ya hikûmetê kirin.

Walîya Oklahoma Mary Fallin meha borî pêşnîyarek îmza kiribû ku mûçeyên mamosteyan pirtir ji $6,000 zêde bike û bi dehan mîlyon dolar diravên nû bo xwendingehên dewletê veqetîne.

Mamoste dibêjin ku xwendingehên wan pêdivîya pirtir dirav in loma ewê çalakîyên xwe bidomînin.

Hefteya borî li eyaletên West Virginia, Arizona û Kentucky jî grev û çalakîyên wî rengî çêbûbûn.

XS
SM
MD
LG