Lînkên eksesibilîtî

Polîsê Oklahoma: Kesek Hat Girtin Dixwest Êrîşeka Weke Ya "Las Vegas" Encam Bide


Polîsê Oklahoma ragihand ku, wan kesek girtîye, piştî gefa êrîşkirinê hebû, da êrîşeka çekdarî li bajarê Oklahoma û San Antonio pêk bîne ku, weke şêwaza êrîşa Las Vegas be.

Polîs dibêje kesekî 39 salî yê bi navê Roderick Lamar Robinso, doh roja Sêşemê li nêzîk bajarê Oklahoma hatiye girtin.

Tomarên girtina Robinson roja Çarşemê dan zelal kirin ku, ew bi tawana terorê hatiye girtin, wî parêzvanek nîne berevaniyê ji wî bike.

Polîsê bajarê Oklahoma li ser malpera Facebooka xwe daye eşkere kirin ku, gelek kesan peyam ji wan re şandine û dan zanîn ku, Robinson gefên êrîşekê li ser Facebook a xwe dane weşandin.

Ajansa AP dibêje, berdevkê polîsan amade nebû derbarê bûyerê bersiva telefonên wan bide. Roja Çarşemê li ser Facebooka heman kesî gefên êrîşê nema bûn.

Ji hejî bîrxistinê ye ku, şeva Yekşemê li bajarê Las Vegas çekdarekî êrîşî konsertê kir bû, 59 kes di êrîşê de hatin kuştin û zêdetir ji 500 kesan birîndar bûn, Polîsê fedral "FBI" dibêje, heta niha sedema pêkanîna êrîşê nayê zanîn, her çende komela Dewleta Îslamê DAIŞ'ê dabû zanîn ku, êrîşa Las Vegas ji aliyê yek ji milîtanên wan ve hatîye encam dan.

XS
SM
MD
LG