Komîteya Olîmpîyatê ya Navneteweyî ragihand ku Olîmpîyatên Tokyo, ku jiber vîrusa korona hatibûn paş xistin, wê di havîna pêş de were darxistin.
Cîgirê Serokê Komîteya Olîmpîyatê ya Navneteweyî John Coates ji AFP’ê re dîyar kir ku lîstik dê di 23’ê Tîrmeha 2021’an de destpê bikin.
John Coates got ku ‘’Vîrus hebe jî nebe jî dê olîmpîyat çêbe’’
Komîteya Olîmpîyatê ya Navneteweyî berê jî bi daxuyanîyekê dîyar kiribû ku ewê olîmpîyat ji 2021’an wêdetir neyên paş xistin.
Serokwezîrê Japonya Shinzo Abe jî berî karvekişîna xwe dîyar kiribû ku ger şewba vîrusa korona neyê kontrol kirin, dibe ku Olîmpîyatên Tokyo di sala 2021’an de jî çênebe.