Lîsteya pêşbirkên roja Sêşemê di lîstikên Olîmpîyatên Tokyoyê de tijî têkçûnên balkêş û bûyerên rengereng bûn.
Şoka herî mezin ew bû dema lîstikvana canbazî (jimnastîk) ya Amerîkî Simone Biles ji tîma xwe vekişî piştî ku di dema lîskê de birîndar bû.
Simone dixwest di van lîstikên îsal de rekora xwe baştir bike, lê ew jiber vê birînê êdî nema dikare di kêbirkeyan de beşdar bibe.
Di daxuyanîyekê de, tîma Amerîkayê ya Canbazîyê got ku “Simone Biles ji qonaxa dawî ya pêşbirkê vekişî jiber rewşa wê ya saxlemî. Ewê rewşa wê bi awayekî rojane da biryar derbarê beşdarîya wê di pêşbirkên paşerojê de were dayîn.”
Bi derketina Biles, Rûsya madalya zêrîn di canbazîya jinan de wergirt. Amerîka ya zîv bidest xist û Brîtanya jî ya tûnc.
Di lîstika tenîsê ya jinan de jî, Naomi Osaka ya Japonî, duyem baştirîn lîstikvan li ser asta cîhanê, li hember Marketa Vondrousova ji Komara Çîkê têk çû. Dihate çaverê kirin ku Osaka, ya ku çar caran xelata Grand Slam bi dest xistîye, madalya zêr jibo welatê xwe bistîne. Lê di vê lîstikê de wê nikarîbû ber xwe bida.
Di pêşbirka avjenîya (melevanî) 100 metre ya jinan de jî, melevana Amerîkî ya navdar Lilly King nikarîbû tecrûbeya sala 2016’ê dubare bike, dema ku madalya zêr bi dest xistibû.
Vê cara hemwelatîya wî Lydia Jacoby ya 17 salî madalya zêr bi dest xist. Madalya zîv bû para melevana Afrîqaya Başûrî Tatjana Schoenmaker di rêza duyê de madalya zîv wergirt. King jî di rêza sêyê de ya tûnc wergirt.
Hêjayî gotinê ye ku Jacoby avjenkarê yekê ya ji wîlayeta Alaska ye ku beşdarî Olîmpîkên Havînê dibe.
Di pêşbirka melevanîya serpiştê ya 100 metreyî bo mêran de, Ryan Murphy yê Amerîkî di rêza sisêyan re hat. Her du avjenkarên Rûs Evgeny Rylov û Kliment Kolesnikov de rêza yekê û duyê de cîh girtin. Murphy jî sala 2016’ê madalya zêr wergirtibû. Bi têkçûna wî îsal, ev bû cara yekê ji sala 1996’ê ku Amerîka madalya zêr di vê lîstikê de wernegirt.
Di hemû lîstikên Olîmpîkên Tokyoyê de heta niha Amerîka di rêza yekê de ye û 25 madalya bi dest xistine. Çîn di rêza duyê de ye û 21 madal bidest xistine. Di rêza sêyê se Japon ya mêvandar heye ku 18 madalya qezenc kirine.