Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Oldarê Misirî ji Rêbertîyê Dixwazê Kabîneya Heyî Biguherîne


Jinên Misirî di xwepêşandana Meydana Tahrirê de şabûna xwe dîyar dikin.
Jinên Misirî di xwepêşandana Meydana Tahrirê de şabûna xwe dîyar dikin.

Li Misirê bi hezaran piştevanên tevgera demokrasîxwaz, îro Înîyê li Meydana Tahrîrê kom bûn ku yekemîn hefteya karvekêşana Husnî Mubarek pîroz bikin.

Oldarekî navdar yê Misilman, Yusuf El Qaradawî bang li artêşa Misirî kir ku, guh bide daxwazên gel û kesên nû bîne kabîneyê ku hîn jî gelek hevalbendên Mubarek tê de cîh digirin.

Oldar El Qaradawî her wiha bang li gelê Misirê kir ku li hember rêbertîya nû bi sebr û bîhn fireh bin.

Artêşa Misirê kontrola desthilatê girtibû destê xwe, heta ku hilbijartin werine pêk anîn.

Tê ragihandin, pîvanên xûrt yên parastinê li meydanê hatine girtin û xwenîşander bi giştî jî gelek dilgeş in.

XS
SM
MD
LG