Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ugur Sahîn Dibêje Omicron Wê Ne Cureya Dawî ya Vîrusa Korona Be


Yek ji avakarên BioNTech’ê Ugur Şahîn dîyar kir ku vîrusa korona dê hîn çend salên din li cîhanê be.

Şahîn ji AFP’ê re da zanîn ku ku di deh salên pêş de însan dê tevî vîrusa korona bijîn.

Wî got ku civak li gor demên pirtir bo demên pêş yên bi vîrusa korona hazir e.

CEO’yê BioNTechê dîyar kir ku çaverê ye vaksîna vîrusa korona ya bo cureya Omicronê dê Nîsan yan Gulanê de amade be.

Şahîn da zanîn ku peyvajoya bo topkirina agahîyên ser cureya nû dirêj ajotiye û loma çêkirina vaksînê dê hinekî dereng bikeve.

Wî dîyar kir ku Omicron dê ne cureya dawî be û da zanîn ku vîrus belav dibe û xwe diguherîne.

Şahîn da zanîn ku tevî gumana ser çêbûna cureyên nû jî ew ne reşbîn e û got ku ew roj bi roj pirtir tiştan hîn dibin û dijî vîrusê pirtir hazirîyan dikin.

XS
SM
MD
LG