Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel serdana Emîne Şenyaşar û kurê wê, Parlamanterê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Ferît Şenyaşar kir.
Ferît Şenyaşar ji Ozel re dîyar kir ku dayika wî 6 sal in di destê wê de desmaleke sipî edaletê dixwaze.
Wî got ku bavê wî û du birayên wî ji alîyê nasên parlamanterê berê yê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatine kuştin û dîya wê jibo edaletê piştî çalakîya 846 rojî ya li pêş Edlîyeya Ruha niha jî li pêş Wezareta Dadê di çalakîyê de ye.
Serokê CHP’ê Ozel ser agahîyên Ferît Şenyaşar ji zarê dîya xwe ragihandin dîyar kir ku ew her çiqas Kurdî nizane jî, gotinên wê neyên wergerandin jî ew rind fehm dike ku Emîne Şenyaşar behsa çi dike.
Ozel got ku li ser bûyerên qewimîne Emîne Şenyaşar di serî rake û dadmendîyê bixwaze.
‘’Emîne Şenyaşar di têkoşîna xwe de mafdar e û em bi wê re ne. Hefteya pêş wê birêz serokomar were, gava ew hat jî ezê bi awayekî rastexwe ji zarê Emîne Şenyaşar vê mijarê ji wî re bêjim.’’
Emîne Şenyaşar li ser gotinên Ozel dîyar kir ku kurekî wî yê din jî 6 sal in bi awayekî neheq girtî ye û ew dixwazin ku ew were berdan.
Ferît Şenyaşar jî got ku parlamanterê berê yê AKP’ê Yildiz tevî ku berpirs e jî di lêpirsînê de navê wî tuneye.
Dema hilbijartinên giştî yên 2018'an li bajarokê Sirûcê ya Ruha li dikana Şenyaşaran, parlamanterê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Îbrahîm Halîl Yildiz, xizm û parêzvanên wî û Esved Şenyaşar û kurên wî ketin şeredevê û rewş di demeke kurt de veguherî pevçûneke çekdarî.
Di pevçûnê de birayê parlamenterê AKP’ê Yildiz, Mehmet Şah Yildiz hate kuştin, Cemal Şenyaşar, Adil Şenyaşar û Fadil Şenyaşar jî tevî çend xizmên din yên parlamanter birîndar bûn.
Mala Şenyaşaran dîyar dike ku xizmên Yildiz, li nexweşxaneyê êrîş birine ser wan û Cemal Şenyaşar, Adil Şenyaşar û bavê wan Esved Şenyaşar li wir li pêş çavên Emîne Şenyaşar kuştine.
Jêder: Gazete Duvar, Ajansa Mezopotamya