Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel jiber serketina di hilbjiartinên herêmî de spasîya Kurdan kir.
Ozel li Îzmîrê di preskonferansekê de dîyar kir ku di serketina wan de para Kurdên demokrat jî heye.
‘’Spasîya hemî demokratên konservatîf, demokratên netewperwer û demokratên Kurd dikim, jibo wan rêz û hezkirinên xwe pêşkeş dikim.’’
Wî dîyar kir ku hemwelatîyên Tirkîyê di hilbijartinan de kredî dane berbijarên CHP’ê û bi dengên xwe gotine ku ger ew karên baş bikin ewê jibo rêvebirina welêt dengên xwe bidin partîyê.
Ozel dîyar kir ku derîyên wan ji kîjan partîyê bin jî jibo hemî hemwelatîyan vekirîne û got ku ger wî di prosesa hilbijartinê de dilê kesî şikandibe ew lêborîna xwe dixwaze.
Pisporên sîyasetê û kompanîyên anketan dibêjin ku li Stenbolê di serketina Berbijarê CHP’ê Ekrem Îmamoglu hilbijêrên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî), ku wek partîyeke li hêla Kurdan tê dîtin, roleke girîng listîne.
Berbijara Bajarvanîya Stenbolê ya DEM Partî Meral Daniş Beştaş jî piştî hilbijartinan dîyar kiribû ku Îmamoglu bi dengên wan bi ser ketiye.
Îmamoglu jî di axaftina xwe ya serketinê de spasîya Kurdên Stenbolê kiribû. CHP'ê di hilbijartinan de li gor encamên ne piştrastkirî 37,77 ji sedê dengan sitand û bû partîya yekê ya Tirkîyê.
AKP piştî desthilata pirtir ji 20 salan bi 35,49 ji sedê dengan cara pêşî di hilbijartinekê de li dû CHP'ê ma.