Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel, Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ser sozên jibo mexdûrên erdhejê rexne kir.
Ozel li Hatayê got ku tevî ku dewletê jibo mexdûrên erdhejê soza xanîyan daye jî 95 ji sedê mexdûran hîn di kon û konteyneran de ne.
‘’Di ser erdhejê re salek derbaz bû. Goin emê 650,000 xanîyan bidin. Heta niha 18,019 xanî hatine dayîn. Ew bi tenê 2,7 ji sedê wan xanîyan in hewcedarî pê hene.’’
Wî ser gotinên Erdogan yên li Hatayê, ku gotibû ku ger rêvebirîya navendî û rêvebirîya herêmî dest nedin hev wê ti xizmet neyê, got ku gefxwarin û şantaj e û ew şermezar kir.
Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî dîyar kir ku hin mexdûrên erhejê dibêjin ku ew hatine ji bîr kirin û dewlet jî ne bi wan re ye.
Îmamoglu got ku divê rêvebir û sîyasetvan guh bidin gel û karên xwe bikin.
Wî dîyar kir ku divê ew sîyaseteke wisa bikin ku rê li ber mirinên erdhejê bigire.
Bajarvanê Hatayê Lutfu Savaş jî got ku piştî erdhejê ew 3 rojan bi tenê bûne dîyar kir ku herî zêde xebatkarên bajarvanîya Stenbolê li wan xwedî derketine.
Jêder: NTV