Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ozel Ser Danûstandinên jibo Qanûna Bingehîn ya Nû Ne Geşbîn E


Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel got ku ew niha ji danûstandinên ser çêkirina qanûneke bingehîn ya nû ‘’pir dûr’’ in.

Ozel di hevpeyvîna ajansa nûçeyan ya Reutersê de dîyar kir ku jiber ku Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li qanûna bingehîn tevnagere rewşa dûrbûna ji danûstandinan çêbûye.

Çaverê ye çêkirina qanûna bingehîn ya nû piştî gotinên Erdogan û partîya wî ya li desthilatê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) bibe mijara serekî ya rojeva sîyaseta Tirkîyê.

Sala 2028’an dawî li desthilata Erdogan tê û analîst dibêjin ku qanûneke nû dikare dema desthilata wî dirêjtir bike.

Ozel dîyar kir ku AKP ‘’gelek caran’’ qanûna bingehîn binpê kiriye û di vê rewişê de danûstandinên ser qanûneke nû hindakirina zemên e.

‘’Ger partîya desthilatê li gor qanûna bingehîn tevbigere emê pirtir nêzîkî danûstandinên ser çêkirina qanûneke nû bibin. Niha em ji vê yekê pir dûr in.’’

Gotinên Ozel li vê demê rast tên kun CHP ya sekuler û li navendê bi rêjeya dengên xwe yên hilbijartinên 31’ê Adarê AKP ya konservatîf, ku pirtir ji 20 sal in li desthilatê ye, cara pêşî derbaz kiriye.

Erdogan piştî hilbijartinan dîyar kir ku ew şaşîyên xwe rast bikin û banga sîyaseteke nerm kir.

Ozel di rojên borî de bi Erdogan re kom bû ku serokê welêt piştî bi qasî 8 salan cara pêşî bi rêberekî CHP’ê re civîn çêkir.

Serokê CHP’ê dîyar kir ku wî jibo sekinandina dubendîya sîyasî xwestiye bi Erdogan re bicive.

Wî girtîyên sîyasî yên mîna Osman Kavala yê xêrxwaz bi bîr xistin û got ku ger Tirkîye dixwaze normal bibe divê meseleya girtîyên sîyasî bi hiqûqa navxweyî çareser bike.

Kavala jiber rêvebirina protestoyên Gezî Parkê yên sala 2013’an û hewildana gêrkirina hikûmeta Erdogan cezayê zindanê sitand, lê ew wan sûcan red dike.

Li ser pirseke derbarê biryara Tirkîyê ya ser sekinandina bazirganîya bi Îsraîlê re, Ozel got ku hikûmet hêdî tevdigere.

Ozel dîyar kir ku ew dixwaze ku peywendîyên Tirkîye û Îsraîlê baş bin, lê divê dostên Îsraîlê dijî kuştinên li Gaza helwesteke xurt nîşan bidin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Ozel di hilbijartinên herêmî yên Adarê de serketineke mezin bi dest xwe xistibû.

XS
SM
MD
LG