Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeyeke OPCW'ê bo Vekolîna Çekên Kîmyayî Diçe Sûrîyê


Xebatkarên OPCW'ê
Xebatkarên OPCW'ê

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) ragihand ku sibê Şemîyê dê li Sûrîyê dest bi xebatên xwe bike.

Berdevkekî OPCW’ê dîyar kir ku şandeya rêxistinê ber bi Sûrîyê bi rê ketîye û di 14’ê Nîsanê de here herêmên ku gumana êrîşên çekên kîmyayî lê hene.

OPCW, piştî êrîşa dawîya hefteyê ya li Duma ya Gutaya Rojhilat, ku bi dehan kes hatibûn kuştin, biryar dabû ku şandeyekê bişîne wê herêmê.

Balyozê Sûrîyê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Beşar Caferî dîyar kir ku li ber e ku du şandeyên OPCW’ê îro û sibê bigêhîjîn Sûrîyê.

XS
SM
MD
LG