Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Omer Paçal: Tevgera Amerîkîyên Reş Guherînên Mezin di Sazîyên Amerîka de Kirine


Paçal bawer dike ku tevgera 'Jîyana Reşan Giring E' guherînên mezin kirine, lê demên dirêjtir ji guherînên civakî re pêdivî ne

Salek bi ser mirina George Floyd re derbaz bû û lê hêşta cûdahî di Kongresa Amerîka da heye li ser qanûnên kar û reftarê polîsan ku tên sûcdarkirin bi reftarên tund û ferq û cudahîya li dijî reşan.

Digel wê rastîyê, di dema salekê de guherîn di civaka Amerîka de çêbûne.

Omer Paçal, xwendekarê doktorayê yê beşa Sosyolojî li Zanîngeha George Mason bawer dike ku tevgera bi navê 'Jîyana Reşan Giring E' guherînên mezin kirine, lê demên dirêjtir ji guherînên civakî re pêdivî ne.

Paçal ji Dengê Amerîka re got ku ciwanên reş pirtir cîhê xwe da sazîyan de girtiye bi taybet di nav Demokratan de.

Omere Paçal
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:23 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG