Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

OPEC+ Biryar Da Ku Hilberîna Petrolê Zêde Bike

Rêxistina Welatên Hinardekarên Petrolê (OPEC) û hevalbendên wê, ku wekî hevpeymanîya hilberînerên herî mezin ên petrolê li cîhanê (OPEC+) tê naskirin, roja Yekşemê li ser zêdekirina hilberîna petrolê li hev kir.

Hevpeymanîya OPEC+ di daxuyanîyekê de ragihand ku wan di civîneke online de li hev kir ku ji destpêka meha Tebaxê pê ve, hilberînê rojane bi 188 hezar bermîlan zêde bike.

Di Daxuyanîyê de hat ku Erebistana Siûdî, Rûsya, Îraq, Kuweyt, Kazaxistan, Cezayir û Oman hilberînê sererast dikin û pabendbûna xwe ya bi seqamgîrîya bazarê nû dikin.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Basim El-Ebadî, beşdarî civîna OPEC+ kirbû û tekez kir ku hevkarîya di navbera welatên beşdarên civîna "OPEC"ê de dê berdewam be, bi awayekî ku li gora armancên dabînkirina îstîqrara bazarên petrolê be.

Hêjayî gotinêye heft welatên sereke yên di nav hevpeymanîyê de, di navbera mehên Nîsan û Tîrmehê de kotayên xwe yên hilberînê nêzîkî 800 hezar bermîlên rojane bilind kiribûn.

This item is part of
XS
SM
MD
LG