Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abadî Got ku Operasyona Mûsilê Digehije Qonaxa Dawî


Leşkerekî hêzên taybet yên Îraqê li Mûsilê
Leşkerekî hêzên taybet yên Îraqê li Mûsilê

Serokwezîrê Îraqê Heyder el-Abadî do Sêşemê di preskonferansekê de da zanîn ku hêzên Îraqî di operasyona Mûsilê de nêzî qonaxa dawî bûne.

Abadî bang li çekdarên DAIŞ kir ku radest bibin yan ewê werin kuştin.

Operasyona Mûsilê di meha Cotmehê de destpê kiribû ku piştî DAIŞ ji rojhilata wî bajarî bi temamî hat derxistin, niha hêzên hikûmetê li rojava pêşde diçin.

Mûsil, ku li ber Çemê Dîjle ye, li Îraqê bajarê dawî yê mezin yê di dest DAIŞê de ye ku serokê rêxistina tundrê Ebubekir el-Bexdadî, di 2014'an de ji wir xîlafeta xwe ragihandibû.

''Operasyon ber bi fînalê ve diçe. Xeleka li dor DAIŞ'ê roj bi roj tengtir dibe ku ew rojên wan yên dawî ne'' Abadî got.

Abadî bi berdewamî dîyar kir ku ew dê berevanîya malbatên sîvîl yên çekdarên DAIŞ'ê bikin û ku çekdar radest bibin jî dê wan bibin dadgehê.

Di operasyona Mûsilê de Amerîka bi êrîşên esmanî piştgirîyê dide hêzên Îraqî. Abadî got ku dibe ku ew hefteya pêş jibo serdana Serokê Amerîka Donald Trump here Washingtonê.

XS
SM
MD
LG