Lînkên eksesibilîtî

Ryan Dillon: Referanduma Herêma Kurdistanê Zarar Neda Operasyonên Me


Berdevkê Koalîsyona Dijî DAIŞ’ê Kolonel Ryan Dillon dîyar kir ku jiber referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistana Îraqê li ser operasyonên herêmî ti bandoreke neyênî çênebûye.

Kolonel Dillon bi vîdyo konferansa ji Bexda, li Wezareta Berevanî ya Amerîka derbarê operasyonên li Îraq û Sûrîyê daxuyanî da.

Dillon dîyar kir ku operasyonên li Hewîce, Şarqat, Reyhana û Ana yên Îraqê didomin û ew operasyonên ku ji Firîngeha Hewlêrê tê birêve birin, jiber bertekên dijî referandumê ti zarar nedîtine.

‘’Vê hefteyê Kurdan referanduma serxwebûnê li dar xist. Ew mijara di rojevê de bû. Koalîsyon û hêzên Îraqî bala xwe dan ser operasyonên dijî DAIŞ’ê. Bi taybetî di bikaranîna firîngehê de, ti bandora neyênî ya referandumê li ser koalîsyonê çênebû’’ Dillon got.

Dillon ser pirseke derbarê ambargoya hikûmeta Îraqê ya dijî Firîngeha Erbîlê jî dîyar kir ku ew li Hewîce, Şarqat, li rojavayê Enbarê pêşde diçin û ewê ti bandor li operasyona wan neke.

XS
SM
MD
LG