Partîyên opozîsyonê yên Tirkîyê dibejin ku jiber polîtîkayên aborîyê yên serok Tayyîp Erdogan welêt berdêlek giran dide.
Erdogan her herî dawî serokê bankaya navendî ji kar dûr xist ku ser bazarên darayî yên Tirkîyê bandorekî pir xirab kir.
Seroka Partîya Baş (Îyi Partî) yê Meral Akşener di axaftina xwe ya li parlamentoyê de ji endamên partîya xwe re mijar şîrove kir.
" Tirkîyê bi rêjeyên faîzê, bêkarî û enflasyonekî mezin bedelê biryarên bê raman û bêaqil yên Birêz Erdogan dide," Akşener got.
Faîk Oztrak, cîgirê serokê partîya opozîsyona sereke Partîya Gel ya Komarî (CHP), jî rewş wek "korbûna îdeolojîk" ya AKP'ê bi nav kir û bi tundî rexne kir.
" Piştî bilindkirina faîzan, bûyîna sedem ku Lîraya Tirk di rojekê de ji % 10 zêdetir nirxa xwe winda bike, bi rastî bêjêhatîyekî bêhempa ye,” Oztrak got.
Erdogan roja Şemîyê serokê bankaya navendî Naci Agbal ji kar dûr xist, du roj piştî ku Agbal rêjeyên fajîzê bo rawestandina enflasyonê zêde kir.
Erdogan piştre rexnegirê sîyaseta diravî ya hebû erkdar kir ku tê çaverê kirin ku bilindbûna rêjeya faîzên dawî daxîne,lê, tirsa destwerdana sîyasî ya di sîyaseta diravî de jî zêde kir.
Nirxa Lîrayê piştî biryarê bi qasî ji % 15 daket, bazarên darayî tevlî hev bûn û deynên hikûmetê zêde bû.
Hevdem, ser sîyaseta diravî ya serdema 18 salên desthilatdarîya Erdogan ku girêdayî kredîyan e, givaştin çêkir.