Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozîsyona Sûrî Banga Greva Giştî Dike


Opozîsyona Sûrî Banga Greva Giştî Dike
Opozîsyona Sûrî Banga Greva Giştî Dike

Civata Netewî ya Opozîsyona Sûrî îro Pêncşemê banga greveke giştî wî welatî dike, jibo protestokirina eciqandina hovane ya hikûmetê li herêma Himusê.

Bizavkar dibêjin, hêzên ewlekarîyê li nav hefteya borî rêzê êrîşan li Himus pêk anîn û di encamê de bi dehan kes kuştin.

Bizavkar hêzên ewlekarîyê ji bêtirî 100 kuştinkarîyan gunehbar dikin, piştî ku hikûmet qayil bibû ku li gorî plana Yekîtîya Ereb dawî li tundî û tûjîyan bîne. Rêvebirîya Şamê soz dabû ku hêzên xwe ji kolanan vekêşîne û dest bi danûstandinan ligel opozîsyonê bike.

Li ber e Yekîtîya Ereb jî roja Şemîyê kom bibe ku li ser şikandina sozên Sûrîyê ya qedandina tepeserkirina xwe gotûbêj bike.

Bi alîyekî din ve, giwaştin û nerazbûna navnetewî ya dijî hikûmeta Beşar Esed jî zêdetir dibe. Berpirsa mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî Navi Pillay roja Çarşemê got, xeterî heye ku Sûrîye rû bi rûyê şerekî çekdarî yê wekî li Lîbyayê be.

XS
SM
MD
LG