Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pênciwînî: Kurd Bo Postekî li Kerkuk Berbûne Giyanê Hevdu Haya Wan ji Opresyona Tirkiyê Nîne


Mihemed Emîn Pênciwînî û Ebdulhemîd Zêbarî
Mihemed Emîn Pênciwînî û Ebdulhemîd Zêbarî

Roja Sêşemê Wezareta Berevaniya Tirkiyê da xweya kirin ku, artêşa wan dest bi operasyonek leşkerî kirîye bo ser herêma Xakurkê li bakurê Îraqê, bi armanca jinavbirina bingehên Partiya Karkerên Kurdistan PKKê.

Daxûyaniya Tirkiyê dide zanîn ku hêzên esmanî bi beşdarîya yekîneyên komadoyên taybet û topxanê operasyon daye destpêkirin.

Zêdetirî 30 salane şerekî dijwar di navbera şervanên PKKê û leşkerê Tirki de heye, bi 10 hezaran kes di wan pevçûnan de hatine kuştin, dehan caran Tirkiyê operasyonên bi vî awayî li bakurê Îraqê encam dane, lê heta niha encamek jê nehatîye bidest xistin.

Derbarê operasyona vê dawiyê jî hikûmeta Bexda û ya herêma Kurdistana Îraqê di bêdeng in û tiştek ne gotîye.

Opresyona Tirkiyê bo ser herêma çiyayî li Xakurk û derwûberan, mijar vê hefteyê ya bernama Hello Washington bû. Berêz Mihemed Emîn Pênciwînî pisoprê pirsên PKKê û Tirkiyê ji Silêmaniyê û berêz Ebdulhamîd Zêbarî rojnamevan ji Hewlêr beşdar bernamê bûn.

Pêşiyê mamosta M. E. Pênciwînî got, dema ku PKK li wan herêman nemîne, dibe ku çekdarên radîkal yên weke rêzxistinên DAIŞê li wan herêman bi cî bibin. Pênciwînî herweha da zanîn ku partiyên Kurdan li herêma Kurdistna Îraqê li ser postê parêzgarê Kerkuk berbûne giyanê hevdu û Tirkiye axa wan dagîr dike lê haya wan ji opersyona artêşa Tirkiyê tin eye.

Herwiha Ebdulhamîd Zêbarî da zanîn ku herêma opresyon lê pêk tê di nava sinorên herêma Parastina Mediya ya ku PKK wê kontrol dike de ye, hatin û çûna wê herêmê gelek bi zehmet e û pêzanîn derbarê operasyonê nayên zanîn ji ber ku ew herêm ne li jêr kontrola hêzên Pêşmerge û asayîşa herêma Kurdistana Îraqê de ne.

Hello Washington 31 05 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:34:00 0:00

XS
SM
MD
LG