Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berîya Meşa Alê ya Îsraîlî Banga Aramîyê li Orşelîma Rojhilat Blind Dibe


Komên Îsraîlî yên rastgirên tundre plan dikin ku îro Sêşemê li Orşelîma Rojhilat meşeke bi ala Îsraîlê li dar bixin.

Pispor dibêjin ku ev bûyera dibe ku alozîya di navbera Îsraîlî û Filîstîyan de jinûve zindî bike û jibo hikûmeta nû ya mîna pirsgirêkeke girîng têkeve rojevê.

Beşderên meşê hêvî dikin ku derbazî Bajarê Kevn yê bi dîwar hatiye dorpêç kirin ya Qudsê bibin, perestgehên pîroz yên olên Cihûtî, Îslam û Krîstîyan li wir in.

Hevdem, Bajarê Kevin ya Qudsa Rojhilat di pevçûna Îsraîl û Filîstînê cîhê herî hesas ya girîng e.

Filîstînîyan meş wek 'provakasyon' rexne kirin û bo darxistina protestoyên 'Roja Hêrsê' li Gaza û Kenara Rojava banga xwepêşandanan kirin, di gel bîranînên hîn nû yên pevçûnên di navbera polîsê Îsraîlî û Filîstînî yên di meha Remezanê de.

Serokwezîrê Filîstînê Mihemed Ştayeh di derbarê geşedanan de li ser Twitter'ê peyameke ragihand.

"Em jibo encamên metirsîdar yên dibe ku jiber nêta hêza dagîrker bihêle ku rûniştvanên tundre yên Îsraîlî, li Qudsa dagirkirî Meşa Alê pêk bînin, hişyar dikin," Ştayeh got.

Di destpêkê de meş di 10'ê Gulanê de, di çarçoveya pîrozbahîyên "Roja Qudsê" de hatibû plan kirin.

Îsal, di daqîqeya paşîn de polîsê Îsraîlê jiber alozîyên ku jixwe li bajêr hebûn, serdana komên Cîhû ya li qada el – Aqsa, qedexe kir.

Lê, dîsa jî di navbera hezên Îsraîlê û rexistina Hamasê şerekê tund ya bi 11 rojî derket holê.

Dîplomat bang li hemî alîyan dikin ku xwe kontrol bikin. xwe ragirin.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Rojhilata Navîn yê Tor Wennesland li ser Twitter'ê balkişand ser xeterîya rewşê.

" Li Orşelîmê, di demeke rewşa ewlekarî û sîyasî pir nazik û krîtîk e de, alozî careke din bilind dibin, dema ku NY û Misir bi rengekî aktîf bo xurtkirina agirbestêdixebitin," Wennesland got.

Wennesland bang li tevahîya alîyan kir ku 'bi pirsiyarî tevbigerin û ji provakasyonên ku dibe ku bibin sedema pevçûnekê din, dûr bisekinin.


XS
SM
MD
LG