Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Orban: Ewrupî Şûna Xurtkirina Burokratên Brukselê, Divê Berevanîyên Xwe Xurt Bikin


Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban got ku dewletên Ewrupî divê li şûna xurtkirina ‘’burokratên Brukselê’’ kapasîteyên xwe yên berevanîyê xurt bikin.

Orban, ku ser koçberî û şerê li Ukrayna jimareke caran bi hevtayên xwe yên Ewrupî re ket girjîyê, roja Çarşemê bi Serokê Fransa Emmanuel Macron re kom bû.

Piştî civînê, Orban ji X’ê dîyar kir ku Ewrupa jî haydar e ku divê berevanîya xwe xurt bike.

‘’Hevdîtinên min yên li Fransa her çiqas em ser rêbazên aştîyê wek hevdu nafikirin jî piştrast kirin ku divê em kanînên berevanîyê yên neteweyên Ewrupa xurt bikin û ew hewildan divê ne jibo dîplomatên Brukselê, lê divê jibo xurtkirina dewletên endam bin.’’

Orban berê hewil dabû ku pêşîya alîkarîya Yekîtîya Ewrupa (YE) ya jibo Ukrayna bigire.

Wî ser Serokê Amerîka Donald Trump jî gotibû ku ew jibo aştîyê ‘’sekneke wêrek’’ nîşan dide.

Rêberên YE îro li Brukselê kom dibin û Orban bi nameyeke jibo seroka Konseya Ewrupa got ku ew daxwaz dike ku di encamnameya hilcivînê de ser Ukrayna tiştek neyê gotin.

Jêder: X, AFP

XS
SM
MD
LG