Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Orban: Helwesta Macaristanê Ne ya Navbeynkarîya jibo Rûsya û Ukayna Ye


Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban.
Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban.

Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban îro Înê got ku ew ne di wê pozîsyonê de ye ku di navbera Rûsya û Ukrayna de danûstandinan bimeşîne.

Orban ew gotin pir piştî ku di hin nûçeyan de hat gotin ku ewê jibo danûstandinên bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re here Moskowê.

Orban, ku alîkarîya leşkerî ya dewletên Rojavayî ya jibo Rûsya rexne dike û bi Putin re peywendîyên germ didomîne, dîyar kir ku her çiqas Macaristan niha seroktîya demkî ya Yekîtîya Ewrupa (YE) dike jî ev erkê nade wî ku ew li ser navê Ukrayna danûstandinan bike.

‘’Ez nûnertîya ti tiştî nakim, jiber vê jî pêdivîya min bi karbidestbûnê tune ye.’’ Orban got û eşkere nekir ku ewê here Moskowê yan ne.

Wî dîyar kir ku ew bi tenê diçe wan cîhan ku bi şerên xwe ser YE û Macaristanê baondereke neyênî çêdikin û pirsan dipirse.

Serokê konseya rêberên YE’ê Charles Michel ser nûçeyên derbarê serdana Orban got ku seroktîya demkî ya YE’ê rê nade ti kesî ku ew li ser navê yekîtîyê bi Rûsya re peywendîyan çêke.

Ajansên nûçeyan yên Rûsî dîyar dikin ku Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov roja Pêncşemê serdan piştrast nekiriye, lê li alîyê din jî negotiye ku ew nûçe derew in.

Orban serê vê hefteyê li Kîevê bi Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy re kom bûbû û bang li wî kiribû ku jibo sekinandina şerê bi Rûsya re ser agirbestê bifikire.

Wî îro Înê got ku wî ji Zelenskyy ser daxwaza Kîevê ya jibo aştîyê sê pirs pirsîne ku çar pirsên wî yên girîng hebûne.

Orban sala 2022’an bê ku bi Putin re bicive serdana Rûsya kir û bi wî re li hin welatên din kom bû.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG