Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Orban: Ger Trump Jinûve Were Hilbijartin Wê Piştgirîya Diravî Nede Ukrayna


Hungary Sweden NATO
Hungary Sweden NATO

Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban got ku ger Serokê berê yê Amerîka Donald Trump di hilbijartina seroktîyê de jinûve bi ser keve ewê alîkarî nede Ukrayna.

Orban, ku ji demeke dirêj vir ve piştgirî dide Trump ku jinûve bibe serok roja Înê bi wî re li Florîda kom bû û do Yekşemê ser wê civînê axifî.

‘’Trump wê jibo şerê Ukrayna û Rûsya qurişekî jî nede û wê wisa dawî li şer were. Çinku xuya ye Ukrayna bi tenê nikare li ser lingên xwe bisekine.’’

Wî got ku ger Amerîkî û Ewrupî çek û pereyan nedin Macaristanê wê şer biqede û dîyar kir ku ger Amerîkî diravan nedin Ewrupî nikarin şer fînanse bikin.

Serokwezîrê Macaristanê dîyar kir ku peyvajoya piştî agirbestê mijareke din e û got ku Trump dikare rêka aştîyê veke.

Orban piştî Rûsya dest bi dagirkirina Ukrayna kir ti alîkarîya çekan neda Kîevê û peywendîyên aborî yên bi Moskowê re domand.

Tevî ku Yekîtîya Ewrupa (YE) hewil dide Moskowê îzole bike jî Orban herî dawî dawî meha Cotmehî bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re kom bû.

Rêberên Ewrupî jî ji demeke dirêj vir ve bi fikar dibêjin ku dibe ku bi serketina Trump re piştgirîya Amerîka ya jibo Ukrayna û NATO kêm bibe.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG