Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban îro Înê got ku divê Yekîtîya Ewrupa (YE) bi Ukrayna re dest bi danûstandinên ser endamtîyê nekin.
Orban dîyar kir ku helwesta Hungarya ser vê mijarê zelal e.
Çaverê ye rêberên YE meha pêş ser pêşnîyara komîsyona ku dîyar kiribû Kîev piştî şertan bi cîh bîne dikare jibo danûstandinên ser endamtîyê were vexwendin, biryarê bidin.
Jibo endamtîyê divê 27 endam bi yekdengî biryarê bidin, lê Macaristan wer xuya ye ku dijî endamtîya Ukrayna disekine.
Orban, ku neteweperwer û ji 2010’an vir ve li desthilatê ye, dîyar kir ku Bruksel û Macaristanê ser hin mijarên diravî li hev nekirine, lê ti peywendîya wan bi endamtîya Ukrayna re tuneye.
‘’Divê danûstandinên ser endamtîyê destpê nekin, helwesta eşkere ya Macaristanê wisa ye.’’
Macaristan hewil dide enflasyon û kêmasîyên di budçeyê de çareser bike û karsaz danûstandinên wî welatî yên ser aborî yên bi Brukselê re ji nêz ve dişopînin.
Orban bi fişarên ser sazîyên sîvîl, akademîsyen, medya û dadgehê jimareke caran bi YE û Komîsyona Ewrupa re ket nîqaşan.