Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dozgerîya Mersînê Cezakirina Osman Şîban Xwest 


Rûniştina 2’an ya doza Osman Şîban, ku ew 'ji avêtina helîkopterê' hatibû rojevê, li Dadgeha Cezaya Giran ya Mersînê pêk hat.

Dozgerî, bi îdiaya alîkarîdana Partîya Karkerên Kurdistan (PKK), cezakirina Şîban ji dadgehê xwest.

Di destpêka rûniştina dozê de dagehê guhdarîya 2 endamên PKK’ê yên zîndan kirî, kir ku yêk ji wan got ku ew Şîban nasnake. Lê yê bi navê Y.S. îdia kir ku ew Şîban nas dike û wî bo peydakirina erzaq alîkarîya wan kiriye.

Şîban ew îdia red kir û got ku çî eleqaya wî bi van kesan re tuneye û ew salê tenê du mehan bi malbata xwe re, bo cotkarîyê diçe gundê xwe.

“Ez salê tenê 2 meha di avahîyên xwe yê gundê de dimînim û çî endamên rêxistinê ne hatine mala min. Min jibo wan ti mazot yan jî tiştek din cûdatir veneşartîye.”

Piştî parastina Şîban, dozger bi îdiaya ‘endamtîya PKK’ê’ ji dadgehê cezakirina Şîban xwest.

Parêzerên Şîban jî jibo parastina berfireh ji dadgehê dem xwest û dadgehê jî bona biryardana derheqa Şiban rûniştina dozê bo 11’ê Nîsanê paş xist.

Hêjayî gotinê ye ku Şîban ligel Servet Turgut di 11'ê Îlona 2020an de li bajarokê Şaxa Wanê ji alîyê leşkerên Tirk ve hatibûn desteser kirin û ew piştî sê rojan li beşa nexweşên giran ya Nexweşxaneya Heremî ya Wanê hatibûn dîtin.

Servet Turgut
Servet Turgut

Turgutê 55 salî, piştî 19 rojan di 30 Îlona 2020an de li Nexweşxaneya Heremî ya Wanê canê xwe ji dest dabû û ew bûyer li Tirkîyê bi raportên “du kes ji helîkopterê hatin avêtin” deng vedabû.

Ji alîyê din vê ser kuştin Turgut û êşkencekirina Şîban ve 2 sal borîn, lê hin jî Serdozgerîya Komarîya Wanê îdiayên ji helîkopterê avêtin û êşkecê ronî nekirîyê û tawanbar dernexistîye pêş dadgehê.

XS
SM
MD
LG