Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Koma Osmanen Germania ya Tirkan Qedexe Dike


Hikûmeta Almanya îro çeteyeke boksorên Tirk ya bi navê Osmanen Germania qedexe kir, bi sedema ku ew tûşî tawanên mezin bûne.

Wezîrê Navxweyî yê Almanya Horst Seehofer got ku her kî ku serwerîya qanûnê red bike, divê zanibe ku ewê helwesteke tund nîşan bidin.

“Endamên koma Osmanen Germania sûcên mezin kirine.”

Hevdem, polîsan avêtin ser navendên wê komê yên li çar istanan. Wezareta Navxweyî ya Almanya li ser Twitterê got ku ew kom û hemî kiryarên wê hatine qedexe kirin.

Weşangera civakî ya li istana Bavyera, BR ragihand ku endamên çeteya Osmanen Germania, bizavkarên Kurd jî di nav de, êrîş birine ser rikeberên Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan.

BR herwiha ragihand ku gelek endamên wê çeteyê, ku karbidest texmîn dikin her kêm 300 endamên wê hene, nêzî koma nîjadperest Gurên Boz in.

Çeteya Osmanen Germania, ku xwe wek neteweperwerê Tirk dîbîne, çanda boksa maçowarî û sîwarbûna motosîkletan diparêzin û nêzî AKP’ê ya partîya desthilatdar ya Tirkîyê ye.

XS
SM
MD
LG