Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Otela Prens û Wezîrên Saudî Têde Girtî Bûn Jinûve Vedibe

Otela li Erebîstana Saudî ya ku têde bi dehan prens û wezîr jiber xwarina pereyan desteserkiribûn jinûve vedibe.

Pirtirê 200 prens û wezîr, di serî de Ritz-Carlton ya li Rîyad ya paytaxt li gelek otelan desteserkirî bûn.

Di 4’ê Mijdarê de, dema prens û wezîr hatibûn desteser kirin muşterîyên otelê ji otelên din re hatibûn veguhastin.

Hin prens û wezîrên desteserkirî bi cezayên giran pereyan hatin berdan.

Di operasyonê de Prens El Velîd jî, ku yek ji dewlemendên cîhanê ye, hatibû desteserkirin û hîn jî nehatîye berdan.

Prens Miteb, ku ji 3 hefte zêdetir desteserkirî bû, bi dayîna zêdetirî 1 mîlyar dolar hatibû berdan.

Berdevkê Otela Rtiz Carlton da zanîn ku di Sibatê de ewê rezervasyonan qebûl bikin, lê mafê wan yên betalkirina rezervasyonê jî heye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG