Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Otomobîleke Bombekirî Beramber Ofîsa Kanala al Erabîye Peqî û Çar Kes Kuştin


Li devera Harisiye li rojava Bexda îro Dûşembê êriş li ser ofîsa kanala asmanî ya al Erabiye hate kirin ji alîyê xwekujekî bi otombîla bomberkirî. Êrîş bû egera kûştina 4 kesan û birîndar bûna 16 kesên din, ku bara pitir karmendên wê kanalê bûn.

Di peywendîyeke telefonî de bo Dengê Amerîka wênegirê kanalê Nûr Mihemed got, di wê êrişê de 3 nobedar û xizmetkarek, dem û dest hatine kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Her wiha navbirî got, gelek zîyan gehiştîye avahîya ofîsa kanalê û otomobîl û kel û pelên di nav ofîsê ji nav çûne. Wênegir got, mala Selam Zubeyee Cîgirê Serokwezîrê berê yê Îraqê û ofîsa Korek Telekom û çend berpirsên dî li wê deverê ne. Li demê êrişê, peyamhinêrên kanalê li wêrê nebûn, lê Selam Zubeyee li mal bu û parçeke peqînê vêkeftiye.

Hejayî gotinê ye, eve cara duyê ye ofîsa kanala esmanî Erabiye li Bexda tê peqandin, piştî peqîna yekê li sala 2005’ê. Çend caran rêxistina El Qayde gefe li karmendên wê kanalê kirîbû û bi dehan karmendên wê hatibûne kuştin, ku sê ji wan peyamhinêr û çar jî wênegir bûn.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG