Serokê Rûsya Vladimir Putin dibêje, ew dixwazin koalîsyoneke dij-terorê ya navnetewî damezrînin ku şerê terorîzmê û rêxistinên tundrê bike.
Putîn got, hikûmeta wî ser vê mijarê danûstandinan ligel hevkarên Amerîkî dike û wî bi xwe jî bi Serok Obama re, di telefonê peyîvîye.
Putin herwiha da zanîn ku ew li ser heman babetê ligel Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, rêbertîya Erebistana Saudî, Melik Abdullahê Urdunê û Abdel Fattah Sisi yê Misirê jî axifî.