Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dijî Astengkirina Weşanên VOA û DW ya li Tirkîyê Rexne Zêde Dibin

Dîmeneke ji yek protestoyên dijî  RTUK ya dewleta Tirkîyê (Arşîv)
Dîmeneke ji yek protestoyên dijî RTUK ya dewleta Tirkîyê (Arşîv)

Sazîya rêvebirandinê ya medya Tirkîyê do Pêncşemê giheştina weşanên beşa Tirkî yên Dengê Amerîka (VOA) û Deutsche Welle (DW) asteng kir.

Civata Bilind ya Radyo û Televîzyonê ya Tirkîyê (RTUK) ragihand ku sazîyê ev biryar daye, jiber ku beşa Tirkî ya VOA û DW bo lîsansên (destûrname) ji RTUK'ê serlêdan nekirine, ku sazîyê ji wan daxwaz kiribû.

RTUK'ê di meha Sibatê de, demeke kurt dabû sê weşanên navneteweyî - Pişka Tirkî ya Dengê, Deutsche Welle û Euronews - da ku lîsansa weşanê ji RTUK'ê werbigrên.

Îlhan Taşçi, endamê rêvebirîya RTUK'ê yê ji Partiya Komarî ya Gel (CHP) û rexnegirekî xurt yê dijî daxwaza lîsansê ye doh Pêncşemê li ser Twitterê agahîya astengkirinê ragihand.

Taşçi dîyar kir ku giheştina weşanên bi zimanê Tirkî ya VOA û DW bi biryara dadgehê hatiye astengkirin.

Wî bi berdewamî da zanîn ku dadgehê biryar ser daxwaza RTUK'ê daye û ev bi rengekî henekkirinê rexne kir.

"Kerem kin , ev azadîya we ya medya û demokrasîya pêşkeftî ye! ," Taşçi got.


RTUK'ê biryara daxwazkirina lîsansê di Sibata vê salê da bû, ser bingeha biryarnameyeke hikûmetê ku di Tebaxa 2019'an de bi bandor bû.

Wê demê, gelek parêzvanên azadîya medya fikarên xwe anîn ziman ku ev biryara wê îhtimala sansura ser azadîya ragihandinê ava bike; jiber ku biryarname desthilatdarî da RTUK'ê ku tevahîya naveroka onlaynî kontrol bike.

Li gor wê biryarnameyê, destûr daye RTUK'ê ku ji "pêşkêşkerên xizmetên medyayê" lîsansa weşanê bixwaze,yên ku hebûna xwe yaser înternetê dixwazin ku bidomînin.


Cigirê serokê giştî yê RTUK'ê Îbrahîm Uslu rexneyên ku ev biryar sansur e red kir û got ku Ti eleqeya biryarê bi sansurê re nîne lê, biryar di çarçoveya tedbîrên teknîkî de hatiye wergirtin.


Biryarname herwiha rê dide RTUK'ê ku cezayên diravî li sazîyên medya bibire, weşanan bo sê mehan rawestîne yan jî lîsansa weşanê betal bike; heke sazîyên medya yên ku xwedîyê lîsansê ne, pîvanên RTUK'ê neşopînin.

Serokê Rojnamevanên Pêşverû Can Guleryuzlu got ku bi vê biryarê cara yekê ye ku desthilatdarîya RTUK'ê ya ser malperên nûçeyan hat bi kar anîn.

Can Guleryuzlu bal kişand ku VOA û DW ser gelek mijarên ku ji hêla mîlyonan ve hatine şopandin û mijarên ku medya neteweyî ya Tirk nikarîbû bîne rojevê ragihandine.

Guleryuzlu bi berdewamî biryara diji Dengê Amerîka û Deutsche Welle rexne kir.

"Dadgehê rûyê xwe ne ji dadmendîyê re ji desthilatdarîya Tirkîyê re zivirand,” Guleryuzlu got.

Yaman Akdeniz, profesorê qanûna sîber li zanîngeha Bilgi ya Stenbolê, ji Dengê Amerîka re biryar wiha şîrove kir:

"Bêguman astengkirina gehîştina van malperên nûçeyan tenê wek sansûr dikare were binav kirin."

Biryara dadgehê ya astengkirina gehiştina weşanên VOA ya Tirkî demûdest piştî hevdîtina Serok Joe Biden û Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan pêk hat ku her du rêber li Hilcivîna NATO'yê li Madrîdê roja Çarşemê civîya bûn.

Rêveberê Giştî yê DW Peter Limbourg di meha Sibatê de gotibû ku wê bo betalkirina daxwaza RTUK'ê serlêdanê bikin.

Peter Limbourg di daxuyanîya DW ya îro de got ku ev daxwaz wê "derfetê bide karbidestên Tirk ku li gor pivanên xwe yên kesayetî û rexnegirî tevahîya nûçeyên asteng bikin.

Li gor Endeksa Azadîya Ragihandinê ya Cîhanê Tirkîye di warê azadîya ragihandinê de nebaş e û di nav 180 welatan de di rêza 149'an de cîh digire.

Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF), ya ku Endeksa Azadîya Ragihandinê ya Cîhanê ya amade dike, dibêje ku pêkanînên cudakarî yên dijî sazîyên medya yên li Tirkîyê tiştekî asayî ye.

RSF herwiha dîyar dike ku RTUK bi cezayên giran yên diravî alîkar dibe ku kanalên televîzyonê yên rexnegir qels bibin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG