Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranê jiber Kuştina Silêmanî Daxwaznameya Girtina Serok Trump Derdixe


Serok Trump
Serok Trump

Ajansa Reutersê ragihand ku dozgerê Tehranê Alî Alqasimehr îro Duşemê bi îdiaya kuştina Qasim Silêmanî jibo serokê Amerîka Donald Trump û 35 kesên din daxwaznameya desteserkirinê amade kiriye,

Reutersê ji zarê ajansa Fars ragihand ku Îranê jibo desteserkirina wan kesan alîkarî ji Înterpolê xwestiye, lê hem Amerîka hem jî Înterpol cîhanîna vê daxwazê kiriye.

Dozger Alqasimehr ragihand ku ev biryara daxwaznameya desteserkirinê bi tawanên kuştinê û çalakîya terorîstî hatiye wergirtin.

Herwiha Alqasimehr da zanîn ku bi armanca desteserkirinê Trump û kesên din yên ku beşdarî kuştina Silêmanî bûne, Îranê ji Înterpolê xwestiye ku daxwaznameya wê ya bi navê Red Notice tê zanîn, belav bike.

Alqasimehr destnîşan kir ku di nav van kesan de karbidestên din yên leşkerî û sîvîl yên Amerîkayê jî hene, lê wî hûrgiliyên zêdetir ranegihand.

Nûnerê Amerîka yê bo Îranê Brian Hook di preskonferensekê ya li Erebîstana Saudî de got ku daxwaznameya desteserkirinê "karekê xeter ya propaganda" ye.

Hejayê bîr xistinêye ku Amerîka, Silêmanî sala borî de bi êrîşeke dronî kuştibû.

Washington, Silêmanî jibo plankarîya êrîşên mîlîsên Şîa yên dijî hêzên Amerîkî li li herêmê tawanbar dikir.

XS
SM
MD
LG