Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îtalya Pêketinên Korona Jinûve Zêde Dibin


vîrusa korona li Îtalya

Îtalya îro Yekşemê 1210 bûyerên nû yên vîrusa korona ragihandin ku ev roja heftan ya serhev e ku rêjeya rojane ya pêketinan bilindtir dibe.

Îtalya di 12'ê Gulanê de hejmara rojane ya herî zêde ragihandibû ku hîngê 1,402 kes bi korona ketibûn.

Tevî ku li firîngehan jibo rêwîyên ku digehin Îtalya testên vîrusa korona têne çêkirin, li gor pêzanînên Wezareta Saxlemîyê li du heremên serekî yên bi firîngehên mezin — Lombardy, ku bajarê Mîlan li vê heremê ye û Lazio, ku Roma li vê heremê ye — hejmarên bilind yên pêketinên nû yên korona têne tomar kirin.

Herema Lombardy, ku % 40 bûyerên COVID -19 yên neteweyî li wê derê çêbûne, roja Şemîyê 239 tûşbûnrên nû ragihandibûn û di heman rojê de li herema Lazio jî 184 pêketinên nû çêbûbûn.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li Îtalya heta niha 259.345 bûyerên pêketina vîrusa korona û 35.437 mirinên bi sedema nexweşîya COVID-19 ragihandine.

XS
SM
MD
LG