Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Saraya el-Muxtar ya Bahreyn; Wek Rêxistineke Terorîst Nav Dike


Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Mike Pompeo
Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Mike Pompeo

Amerîka îro Sêşemê koma bi navê Saraya el-Muxtar ya li Bahreyn wek rêxistineke terorîst binav kir.

Amerîka rêxistinê bi piştgirîkirina ji alîyê Îranê ve û bi plankirina êrîşên li dijî karmendên Amerîkî yên li dewleta Erebî ya Kendavê, tawanbar dike.

Biryar, rêxistin Saraya el-Muxtar, komek marjînal ya ku bi rengekî veşartî kar dike, wek "Terorîstê Gerdunî ya Bi Taybet Damezrandî" destnîşan dike.

Piranîya endamên rexistinê di girtîgehê de ne yan jî li Îranê dijîn.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Mike Pompeo ragihand ku Saraya el-Muxtar, an Nobedarên Muxtar, jibo xeterîyeke berbiçav ya pêkanîna kiryarên terorîzmê yên ku ewlehîya neteweyî û sîyaseta derve ya Amerîka tehdît dikir, hatîye destnîşankirin.

" Rexistinê li Bahreynê li hemberî karmendên Amerîka plan çêkirîye û jibo kuştina karbidestên Bahreynê xelata dravî pêşkêş kirîye," Pompeo got.

Biryara îro tevahîya mal û milkên rexistinê yên li Amerîka dicemidîne û bi gelemperî qedexe dike ku Amerîkî pê re têkevin tekilîyan.

Hevdem, Pompeo rexistina Saraya el-Muxtar tawanbar kir ku ji Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) piştgirîya darayî û lojîstîkî girtîye.

IRGC, qadeke karsaziyê ya mezin kontrol dike û her wiha hêzên çekdar û îstixbaratî yên li Îranê kontrol dike û ji hêla Washington ve di lîsteya reş de ye.

Wezareta karên derve li Bahreynê, bi daxuyanîyeke pêşwazîya biryara Amerîka kir û di şerê kiryarên xirab û armancên vê koma terorîst de wek gavek girîng nirxand.

Bahreyn wek navendeke ewlehîya herêmî ya dijî Îranê maldarîya hezên deryayî yên Amerîka dike.

Hejayê bîrxistinê ye ku di 2011'an de, endamên piranîya Şîa yên Bahreynê li dijî malbata qralîyetê ya Sunnî di dema Bihara Erebî ya wê salê de, xwepêşandanên mezin dar xistin.

Serhildan, bi alîkarîya Erebistana Saudî û Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî hate sekinandin.

Ji wê demê vir ve, mîlîtanan li dijî hêzên ewlehiyê yên ku Bahreyn êrîşên bombeyî û bi çekdarî pêk anîn.

Bahreyn, jibo êrîşan Îranê pirsîyar dibîne.

Îran tevlîbûna xwe ya serhildanên li Bahreynê red dike.



XS
SM
MD
LG