Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Desteya Hilbijeran ya Amerîkî Îro jibo Biryara Dawî Dicive


Serokê hilbijartî yê Amertîka Joe Biden
Serokê hilbijartî yê Amertîka Joe Biden

Li Amerîka îro Duşemê Desteya Hilbijeran (Electoral College) deng dide da ku Joe Bidenê Demokrat bi fermî wek serokê 46'an yê Amerîka dîyar bike.

Joe Biden, bo 36 salan senatorîya Amerîka kir û di rêvebirîya serokê berê Barack Obama de bo 8 salan wek cîgirê serok xebitî.

Biden, 306 endamtîyên Desteya Hilbijeran qezenc kiribû ku bo serketinê 270 hilbijer pêdivî ne.

Tê çavarê kirin ku ewê serokê hilbijartî, îro evarê ji Wilmington, Delaware di derbarê pejirandina dengdana Desteya Hilbijeran û herwiha ser 'hêz û berxwedana demokrasîya me' biaxife ku dê ji televîzyonan bi zindî were weşandin.

Çaverê ye Desteya Hilbijeran wê bi 306 beramber 232 dengan seroktîya Joe Biden bipejirîne.

Seork Trump di 2016'an de bi heman dengan, hember Hillary Clinton ya Demokrat bi ser ketibû û Komarîyan ew wek serfizarîyeke mezin bi nav kiribû.

Desteya Hilbijeran, hilbijartinên seroktîya Amerîka dîyar dike, ne dengên gel yê neteweyî ku Biden li wir jî, bi zêdeyî 7 mîlyon dengan pêşengîyê dike.

Endamên Desteya Hilbijeran ji her 50 eyaletan û paytext Washington DC têne bijartin û eyaletên herî mezin herî zêde bandor dikin û nûnertîya xwe yên di Kongressê de dikin.

Kongres wê di 6'ê meha yek Rêbendana 2021'an de encama Desteya Hilbijeran binirxîne û peyvajoyê bi dawî bike.

Du hefte piştî pejirandina Kongresê, Biden biryar e ku di 20'ê Rebendanê de li Kongresa Amerîka sond bi xwe û dest bi seroktîyê bike.

XS
SM
MD
LG