Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civîna Komîteya Zagonî ya Sûrîyê jiber COVID-19 Hat Paşxistin


Pedersen û endamên Komîteya Zagonî (Arşîv)
Pedersen û endamên Komîteya Zagonî (Arşîv)

Neteweyên Yekbûyî (UN) îro Duşemê bi daxuyanîyekê ragihand ku Komîteya Zagonî ya Sûrîyê, ku piştî neh mehan îro dest bi rûniştina xwe ya yekê kiribû, hate sekinandin piştî ku testên COVID-19 yên sê endamên wê komîteyê erênî derketin.

"Li dû rûniştina yekê ya erênî, rûniştina sêyan ya komîteya zagonî bo niha hatiye rawestandin. Ofîsa Nûnerê Taybet yê NY'ê Geir Pedersen wê di dema pêş agahdarkirineke din bike,” daxuyanîyê got.

Ofîsa Pedersen nasnameyên 3 endamên Komîteya Zagonî ya bi 45 endaman eşkere nekirin.

Ofîsê bi berdewamî da zanîn ku karbidestên Swîsrî jiber rewşê hatine agahdar kirin û şopandina kesên ku peywendî bi wan sê kes kirine jî didome.

Hêjayî bîrxistinê ye ku 15 endamên Komîteyê ji hêla hikûmeta Sûrîyê ve, 15 endam ji alîyê opozîsyonê ve û 15 endamên mayîn jî hêla civaka sîvîl ve hatibûn destnîşan kirin.

XS
SM
MD
LG