Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Hîndistanê Dibêje Nabe Vaksîna Oxford-AstraZeneca ji Welatên Din re Were Firotin


Li Hîndistanê xebatên çêkirina vaksîna vîrusa korona
Li Hîndistanê xebatên çêkirina vaksîna vîrusa korona

Hikûmeta Hîndistanê roja Yekşemê ewê jibo derfirotina vaksîna vîrusa korona ya Oxford-AstraZeneca bo çend mehan destûrê nede.

Enstîtuya Serumê ya Hîndistanê, jibo welatên pêşkeftî çêkirina 1 mîlyar qurtên vaksîna peymanekê îmza kiribû.

Welatên dewlemend piranîya vaksînên ku dê îsal werin çêkirin ji niha ve kirînin û Enstîtuya Serumê ku mezintirîn çêkerê derzîyên li cîhanê dibe ku piranîya wan vaksînan hilberîne.

Lê, jiber qedexekirina ser derfirotinê dibe ku welatên xizan berî ku qurtên vaksînên xwe yên yekê werbigirin, çend mehan bisekinin.

Adar Poonawalla, CEO'yê kompanîyê, di hevpeyvînek bi telefonê ya bi AP re ragihand ku Hîndistanê destûra awarte ya vaksînê roja Yekşemê hatiye dayîn, lê bi şertê ku bê piştrastkirina ku şênîya bêserûber li Hîndistanê têne vaksînkirin, derfiroşî neke.

"Hikûmetê ji me re qedexe kir ku em vaksînê bifroşin kompanîyên taybet ku vaksîn bo firotina bi buhayên mezintir neyên stok kirin. Em niha vaksînan tenê dikarin bidin hikûmeta Hîndistanê."

Poonawalla got ku pîvanên înîsîyatîfa dilxwaz ya bo belavkirina adîl ya wekhev ya vaksînên COVID-19 ku ji hêla Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) ve hatiye saz kirin, hevalbendîya vaksînan GAVI û CEPI, koalîsyonek cîhanî ya jibo tekoşîna epîdemîyan bi ser ket.

Di encamê de, derfiroştina vaksînên COVAX heya Adar yan Nîsanê dest pê nake.

Poonawalla got ku Enstîtuya Serumê bo çêkirina 300 mîlyon-400 mîlyon qurtên vaksînê bi bi COVAX re di pêvajoya îmzakirina peymaneke mezintir bû.

Ev ji bilî du peymanên ku niha henîn - 100 mîlyon doz bo vaksîna Zanîngeha Oxford û AstraZeneca, û ya din jî ya Novovax yê ye.

Wî got ku dê peyman di hefteyên bê de were dawî kirin.




XS
SM
MD
LG