Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Başûr jiber Zêdebûna Korona Tedbîrên Nû Radigihîne


Dîmenek Seul
Dîmenek Seul

Koreya Başûr îro Yekşemê 397 bûyerên nû yên vîrusa korona ragihandin ku ev bûye roja sêyan ya serhev ku pêketinên vîrusê ji 300 bûyeran zêde ye.

Piranîya bûyerên nû li herema Seulê tê dîtin, ku nîvê welatê bi 51 mîlyonî li vir dijî. Xebatkarên saxlemîyê dibêjin ku pêketinên nû bi cîhên mîna dêr, xwendingeh, xwaringeh û kargehan re girêdayî ne.

Bi bilindbûna rêjeya vîrusê, rewş ber bi asta herî xirab ya dema buharê nêzîk dibe û ev 10 roj in ku hejmara pêketîyên rojane yên COVID-19 ji hezarî dibore.

Jinûve zêdebûna bûyerên pêketina korona pêşî li herema paytext Seul ya şenîbar û piştre jî li bajarên serekî yên wî welatî destpê kir.

Ev rewşa jibo Koreya Başûr, ku peyajoya çareserîya vîrusê bi serketî bi rê ve dibir, paşketineke girîng û xetere e.

Piştî ku tedbîr û qedexeyên xurt û pîvanên dûrahîya civakî jiber fîkarên zarardana aborîyê hatibûn rakirin, karbidest jinûve civînên mezin qedexe kirine.

Herwiha, cîhên ku bi şev vekirî ne, cîhên avjenîyê, seyrangeh û dêr hatine girtin û lîstinên sporê ji temaşevanan re hatine qedexe kirin.

XS
SM
MD
LG