Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Francis Hişyarî Dide ku Divê Vaksîna Ser COVID-19 jibo Hemî Cîhanê Be


Papa Franci
Papa Franci

Papa Francis îro Çarşemê hişyarî da ku divê mirovên dewlemend vaksîna (perpûn) vîrusa korona ji berî mirovên normal bi dest nexin.

“Pandemîya korona krîzeke cîhanî ye û ti tişt wek berê namîne. Divê em ji vê pendamîya COVID-19 bi awayekî çêtir derkevin, “Papa got.

Wî bal kişand ku ger wekhevîya civakî çênebe û dawî li hilweşandina jîngeha xwezayî neyê, cîhan piştî peyvajoya pandemîya COVID-19 jî nikare vegere asta normal.

“Heke vaksîna COVID-19 berî hemîyan ji kesên herî dewlemend re were dayîn, ewê rewşeke pir xemgîn derxîne pêş,” Francis bi berdewamî got lê wî navê ti welatî destnîşan nekir.

Papa Francis bi bîr xist ku alîkarîya diravî ku niha bo korona têne dayîn, bi piranî ji budçeyên giştî yln dewletan tên û divê ew bi armanca pêşxistin û zindîkirina binesazîyan werin xebitanin û bo mirovên xizan û jîngehê werin xerc kirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku Papa Francis piranîya peyamên xwe jibo balkişandina rewşên kesên jar û xizan dide û bang li civakê dike xwe xwedî li kesên kêmderfet derkeve.

XS
SM
MD
LG