Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pedersen: Bo Çareserîyeke Sîyasî li Sûrîyê Dîplomasîyeke Rastîn Pêdivî Ye


Nûnerê taybet yê Neteweyên Yêkbûyî (NY) yê jibo Sûrîyê Geir Pedersen roja Sêşemê ragihand ku ew hêvî dike danûstandinên li ser amadekirina makezagonek nû ya jibo Sûrîyê dê di dawîya Tebaxê de pêk were.

Pedersen hişyarî da ku gel bi metirsîyên jiber şer û alozîyan ketîye nav qeyraneke aborî.

Wî di civyîna Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî de got ku civîna sêyan ya paşxistî ya komîteya makezagonî ya li Cenevre girîng bû, lê ev civîn tenê nikare pirsgirkên gelê Sûrîyê çareser bike.

“Jibo çareserîyê di navbera aktorên girîng yên navneteweyî yên bi bandor de, dîplomasîyeke rastîn pêdivî ye. Niha hîn li seranserê Sûrîyê pênc arteşên navneteweyî hene û gelek welat xwedî kiryarên çalak in.”

Meha borî, Pedersen bi armanca bidawîkirina şerê ku pirtir ji neh salan in didome, bana danûstandinên di navbera Rûsya û Amerîka kiribû û gotûbû ku her du hêzên bingehîn dikarin roleke sereke bilîzin.

Tevî ku balyozên wan di civîna Civata Ewlekarîyê de nezî hevdu bin jî, nakokîyên di navbera Amerîka, ku piştgirîya opozîsyona Sûrîyê dike û Rûsya, ku piştvanîya serokê Sûrîye Beşar Esad dike de, çareser nebûye.

Pedersen ragihand ku asta nû ya hilweşîna xirab ya rewşa aborî eşkere ye. Wî destnîşan kir ku daketina nirxê dirava Sûrî di nav hefteya borî de, ji tevahîya neh salên borî xirabtir bûye.

Nûner Pedersen dîyar kir ku bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn mercên nû derketine holê - binesazî, budçe, rêvebirîya xirab ya darayî û û dizî û bertîl nahelin ku rewşa aborî ber bi pêşketinê here.

Pedersen herwiha bal kişand ser krîza banka ya li Lubnanê, bandora pandemîk û cezayên ji hêla Amerîkayê û Yekîtîya Ewrupî (YE) jî.

“Ceza, kes û sazîyên girêdayî hikûmetê armanc dikin û herwiha ceza kiryarên di warên binesazî darayî, bankê, petrol, gaz û warê leşkerî yên li Sûrîyê sînordar dike. Cezayên nû yên Amerîka yê ku roja Çarşemê destpê dikin armanc dikin ku karsazîya bîyanî bi hikûmeta Sûrîyê re bide rawestandin.”

Lê daxuyanîyên hevkarîyê yên balyozên Amerîka û Rûsyayê bo civîna Civat Ewlekarîyê nişan da ku bi armanca dawîkirina şer ku heya 370,000 mirov kuştî ye û bi mîlyonan kes koçber kiriye, divê hîn gelek gav werin avêtin.

Balyoza Amerîkî Kelly Craft got ku jibo pêkanîna çareserîyeke sîyasî ya şer berdewamkirina agirbesta li bakurê rojavayê Sûrîye girîng e û dildarîya Amerîka ya bo vê armancê destnîşan kir.

"Jibo vê armancê, rêvebirîya Trump dê gavên biryardar bavêje da ku Esad serkeftineke leşkerî bi dest nexe û herwiha rejîm û hevalbendên wê ber bi Pedersen û peyvajoya sîyasî ya Neteweyên Yekbûyî bibe," Craft got.

XS
SM
MD
LG