Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Banga Boykotkirina Kompanîya Goodyear Dike


Logoya Goodyear
Logoya Goodyear

Serokê Amerîka Donald Trump îro Çarşemê bang kir ku kompanîya bi navê GoodyearTire & Rubber Co were boykot kirin.

Ev banga Trump piştî ku nûçeyêke herêmî ya li Kansas ragihand ku kompanî di kargehê xwên de lixwekirina sembol û kincên sîyasî, tevî sembolên kampanyaya Trump jî, qabûl nake, hat.

Trump li ser hesabê xwe yê Twiiter ragihand ku “Berhemên GOODYEAR TIRES nekirin. Wan kumên MAGA qedexe kirine”.

Li ser wan kumikan dirûşma kampanyaya Hilbijartina ya Trump “Emê Amerîka Dîsa Mezin Bikin” nivîsandîye.

Nirxa buhaya hisseyên Goodyear ku kompanîya herî mezin ya tekerên li Amerîkaya Bakur e, piştî banga Trump ya ji Twiteer % 4 daket.

Kompanî li Amerîka kompanîya herî mezin ya bo wesayîtên nû tekaran çê dike ye. Li gor Tire Business, weşanek pîşesazîyê ye, ji sedî 24 wesayîtên nû yên li Amerîka tekerên ku ji hêla Goodyear ve hatîye çekirin bikar tînin.

Karbidestên Qesira Sipî red kir ku şîrove bikin gelo Trump bang li Amerîkîyan kirîye ku kirîna nema maşîneyên bi tekerên Goodyear bikirin yan ne.

Twîta Trump piştî ragihandina nûçeyek ji hêla televîzyona WIBW, ku hevalbendîyek herêmî ya kanala CBS ye, hat.

Televîzyona WIBW, di derbarê civînek perwerdê ya Goodyear de, ku ji hêla navenda gîştî ya li Ohio ve, ser mijara lixwekirina sembol û kincên sîyasî ya ku li avahîya navendî ya li kargehek Goodyear li Topeka, Kansas hatîye pêşkêş kirin de, raportek nûçeyan ragihandibû.

Nûçeya WIBW wêneyek şirove dike û îda dike ku ew dîmenek ji pêşkeş kirina perwerde ya karmendekî Goodyearê ye ku lîsteya kincên li kargehan qabûl kirin û nayê qabûl kirin nîşan dide.

Di daxuyanîyekê ku ser nûçeyê ji WIBW re de, Goodyear dîyar kir ku ew wê axaftinê li ser mijarên wekhevîyê pêşwazî dikin.

“Lê, em wek beşek ji hewildana xwe ya bi armanca xurtkirina hewildanên afirandina cîhê kar yê hêmbezkar û rêzgirtî gotûbêjkirina mijarên sîyasî red dikin,” Goodyear bi berdewamî got.

XS
SM
MD
LG