Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Komara Çek Hejmara Rojane ya Nexweşên COVID-19 Zêde Dibin


Li Komara Çek demên vîrusa korona

Wezareta Saxlemî ya Komara Çek îro Yekşemê ragihand ku hejmara rojane ya bûyerên vîrusa korona yên nû bûye 260, ku ev ji 8'ê Nîsanê vir ve hejmera herî bilind e.

Ew rewş bi piranî jiber belavbûna vîrusê ya li herêmek madenê ya li rojhilata welat derketîye holê.

Ew zêdebûna rojane nêzî sê qate 93 bûyerên ku roja Pêncşemê hatiye tomarkirinê ye. Bi tevahî, heya dawî ya roja Şemîyê, li Komara Çek ya bi nîfûsa 10,7 mîlyonî de, 11,298 kes bi vîrusa korona ketine û 347 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

Wezîrê Saxlemî yê Adam Vojtech bal kişand ku nêzîkî nîvê 122 bûyerên nû, li herêma Karvinaya li rojhilata welêt hatiye tespîtkirin, ku deverek girîng ya madenê ye.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG