Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka ji Çînê Dixwaze ku Konsulxaneya Houstanê Bigire


Konsulxaneya Çînî li Houston. Çarşem, 22 Tîrmeh, 2020

Wezareta Derve ya Çînê ragihand ku Washington bi lezgînî girtina konsulxane ya wan ya li Houstanê daxwaz kiriye.

Edîtorê çapameniyek fermî ya Çînî ragihand ku 72 seat ji Çînê re hate dayîn ku vê daxwazê bi cîh bîne.

Wezareta Derve ya Amerîka da zanîn ku biryar "jibo parastina milkên rewşenbîrî û agahdarîyên taybet yên Amerîkî" hatîye girtin.

Pekînê biryar bi tundî şermezar kir û bo tolhildane soz da, lê ranegihand ku dê kîjan pîvanan wekî bersîveke dîyar bikin.

Çavkanîyekî agahdar ji Reutersê re got ku Pekîn jibo tolhildanê li ser girtina konsulxane ya Amerîka ya li Wuhan disekine.

Xirabtirbûna peywendîyên di navbera her du welatan, di vê dema peyvajoya hilbijartina seroktîyê de kûrtir bûye ku hem Serokê Amerîka Donald Trump û hem jî hevrikê wî yê Demokrat Joe Biden ser bersîvdana tundtir ya dijî Çînê, peyaman dikdin.

XS
SM
MD
LG