Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Belçîka Jiber Zêdebûna Korona Rakirina Tedbîran Paşve Dixe


Peykera The Manneken Pis li Bruksel, Belçîka.
Nîsan 15, 2020. REUTERS
Peykera The Manneken Pis li Bruksel, Belçîka. Nîsan 15, 2020. REUTERS

Serokwezîra Belçîka Sophie Wilmes îro Çarşemî ragihand ku bi sedema zêdebûna hejmara bûyerên vîrusa korona rakirina rêgezan hatiye paşve xistin.

Herwiha serokwezîr got ku ew nikare jinûve dîyarkirina tedbîr û qedexayan li heremên ku jiber vîrusê herî xirab bandor bûye, paş guh bike.

Serokwezîr Sophie Wilmes di preskonferansekê de got ku rêjeya nexweşîya COVID-19 carek din ji sedî yekê bilindtir bûye û ev jî nîşan dide ku vîrus li seren serê welat bi rengekî pirtir belav dibe.

"Ev tê vê wateyê ku her diçe belavbûna pandemîyê xirabtir dibe, vîrus xurttir dibe, her çend vîrus hîn jî sînordarkirî ye jî. Lê ev ne baş e û em rewşê ji nêz ve dişopînin," wê got.

Belçîka hemberî belavbûna vîrusa korona bi tedbîr û qedexeyên tund tekoşîn kir û roja Sêşemê ji 10'ê Adarê vir ve, cara yekê bo i 24 saetên dawî de hejmara mirinên bi sedema nexweşêya COVID'ê wekî sifir ragihand.

Enstîtuya Saxlemî ya Giştî ya Neteweyî Sciensano îro Çarşemê hejmara giştî ya mirinên jiber vîrusa korona wekî 9,788 ragihand.

Li Belçîka ya bi 11,5 mîlyonî, dora 850 bûyerên mirinan bo her yek mîlyonekî pêk tê, ku ev li tavahîya cîhanê, bilî welatê piçûk San Marino, rêjeya herî bilindtirîn e.

Pîvanên tedbîr û qedexe yên dijî vîrusa korona yên ku di Adarê de hatibûn ragihandin, piştî ku hejmara bûyerên vîrusê di hejmera 62,872 de rawestî, hatine rakirin.


XS
SM
MD
LG