Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Brezîlî Lorenzoni bi COVID-19 Ket


Wezîrê Hevwelatiyê yê Brezîlya Onyx Lorenzoni (arş îv)
Wezîrê Hevwelatiyê yê Brezîlya Onyx Lorenzoni (arş îv)

Wezîrê Hevwelatiyê yê Brezîlya Onyx Lorenzoni îro Duşemê dîyarkir ku testa wî ya vîrusa korona nû erenî encam daye ku, ev wezîrê sêya yê welat e ku bi nexweşîya jiber vîrusê ketiye.

Lorenzoni, hevalbendek nêzê serok Jair Bolsonaro ye û gotarên serok ku dibêje dermanê dijî malarya dibe sedem ku mirov nexweşîya COVID-19 bi nîşanên sivik derbaz bike yên li ser medya civakî û di meşên giştî de, dipejirand.

"Ez ji an niha ve bandorên erênî hîs dikim," wezîr li ser Twitter di derbarê pêvajoya dermankirina xwe ya bi karanîna kloroksîn, chloroquine û ivermectin didomzîne de, got.

Piştî ku testa vîrusê ya Serokê Brezîlyayê Jair Bolsonaro jî erênî derket, wî xwe kiriye bin karantînayê û di heman demê de dermanê hydroxychloroquine bikar tîne. Her du derman jî bo dermankirina nexweşî ya malarya têne bikaranîn.

Bolsonaro bûye aligirek xurt ya karanîna wan ji bo dermankirina COVID-19, lê bandora wan ya ser nexweşîya COVID-19 nehatiye piştrast kirin.

Li Brezîlya bi qasî 2 mîlyon pêketîyên vîrusa korona hene û pirtir ji 80,000 kes bi wê vîrusê jîyanên xwe ji dest dane. Tenê rewşa Amerîka xirabtir e.

Pispor dibêjin hejmarên rast yê Brezîlya jiber kêmbûna çêkirina testên berfirehî îhtîmale ku pir zêdetir be.

Augusto Heleno, şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Bolsonaro, û Wezîrê Maden û Enerjîyê Bento Albuquerque jî bi nexweşî ya COVID 19 ketine.

Herwiha kesên sîyasî yên welatên din yên Amerîkaya Latîn, tevî Bolîvya, ku serok û zêdetirî deh wezîran bi vîrusê ketineha, ku ev rewş îhtîmala hilbijartinek pêşwext derdixîne holê.

XS
SM
MD
LG